Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdên Serhedê daxuyaniyek da. HPG´ê got, "4'ê Tebaxa 2021'ê li qada Sariksû ya navçeya Çaldiran a Wanê, di şerê giran ê li dijî hêzên dagirker, mêtinger de hevrêyên me Nûda, Mîraz û Xwînrêj heta bêhna xwe ya dawî bi ruhê fedayî yê Apoyî şer kirin û bi lehengî şehîd bûn."
HPG´ê nasnameyên wan wiha eşkerekirin:
* Nûda Sason (Suheyla Çelîk) a li Êlihê ji dayik bûye, keça Sabriye û Enver
* Mîraz Arî (Haldûn Altay) yê li Erziromê ji dayik bûye, kurê Gulnaz û Niyazî
* Xwînrêj Teyî (Nûrûllah Azma) yê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Gulsum û Ramazan
HPG´ê ji bo 2 gerîlayên 21´ê Tîrmehê li Serhedê şehîdbûyîn jî got, "21'ê Tîrmeha 2021'ê komek ji hevrêyên me dema ku bi erka xwe radibûn, bi artêşa Tirk a dagirker re şer kirin. Hevrêyên me Xwînrêj û Azad bi sekna milîtaniya Apoyî bi ser dagirkeran de çûn û di şer de şehîd bûn."
HPG´ê nasnameyên wan wiha eşkere kirin:
* Xwînrêj Şiyar (Ridvan Ozer) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Necla û Abdulvahap
* Azad Guler (Mumtaz Okyay) ê li Mûşê ji dayik bûye, kurê Fazîle û Nevzat
Pêşengên pêngava serketinê ne
HPG´ê ji bo şehîd Nûda Sason got, "Hevrêya me Nûda li Qersê gava zanîngeh dixwend, ciwanên Kurd ên şoreşger nas kirin û vê yekê jî jiyana wê diyar kir. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi bandora kûr a têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunaltiyê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêya me Nûda her tim xwest biçe qadên herî germ ê şer; ji bo hesabpirsîna komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê û Kobanê li gelê me kir, derbasî van qadan bû. Li van qadan şoreşgerî kir, sîng bi sîng li dijî dijmin şer kir û birîndar bû. Ji bo hevrêya me Nûda gerîlatiya li herêma Serhedê bi gotina wê li herêma ku 'lê hînî jiyanê bû', xeyala herî mezin bû. Weke fermandareke mînak a YJA Starê li Serhedê li dijî artêşa Tirk a dagirker pêşengî ji gelek çalakiyan re kir, wezîfeyên xwe yên demê bi cih anîn.“
HPG´ê ji bo şehîd Mîraz Arî got, "Hevrêyê me Mîraz li navçeya Qereyazî ya Erzîromê li nava malbateke welatparêz û Kurdayetiyê ji dayik bû. Ew bi baweriya ku divê bêhtir têkoşîn bê kirin, tevlî nava refên gerîla bû. Piştî pratîka zehmet a Serhedê ya 3 salan çû Başûr, perwerdeya leşkerî û îdeolojîk wergirt û firsend dît ku partiya me PKK'ê û Rêber Apo hîn bêhtir nas bike. Di hunerê leşkerî de xwe şareza kir. Li herêma Heftanînê li dijî êrişên dijmin li refên herî pêş bersiv da.
HPG´ê ji bo şehîd Xwînrêj Teyî got, "Hevrêyê me Xwînrêj li navçeya Silopiya ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Xwînrêj li herêma Gabarê tevlî nava refên gerîla bû, piştî ku demekê li vir gerîlatî kir, çû Herêmên Parastinê yên Medyayê, li vir jî perwerdeya leşkerî wergirt û çû Heftenînê. Demeke dirêj li herêma Heftanînê ma û bû fermandar. Hevrêyê me Xwînrêj, fermandarên hêja yên Botanê hevrê Adil Bilikî û Cûma Bilikî ji xwe re kir mînak. Bi baldariya xwe ya li ser hunerê leşkerî, li Heftanînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû. Hevrêyê me Xwînrêj li Serhedê tevlî karên gerîlatiyê bû, di demeke kurt de hînî herêma Serhedê bû, bi gelê Serhedê re bû yek. Hevrêyên wî hemûyan jê hez kir û ew bû fermandarekî leheng ê Serhedê."
HPG´ê ji bo şehîd Xwînrêj Şiyar got, "Hevrêyê me Xwînrêj li Çelê ji dayik bû. Di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger ji sala 2015'an û pê ve êrişên xwe giran kir, li qada Ertûşê hevrêyê me Xwînrêj tevlî gelek çalakiyan bû. Di dema operasyona Ertûşê de bi fedakarî û wêrekiya xwe bawerî da hevrêyên xwe. Ji bo bersivê bide perwerdeya wergirtî bi biryardarî xwest li herêma Bakur tevlî pratîkê bibe. Hevrêyê me Xwînrêj dema ku li ser erka xwe bû li herêma Patnosê kete kemîna dijmin, li dijî bangên teslîmiyetê yên dijmin bi rêbaza fedayî ya Apoyî bersiv da. Bi wêrekiyeke mezin êriş bir ser dijmin û piştî şerekî giran tevlî nav refên lehengên nemir ên Kurdistanê bû.
HPG´ê ji bo şehîd Azad Guler got, "Hevrêyê me Azad piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe tesîrên pergalê yên ku li ser xwe ji ser xwe davêje. Her ku li paradîgmaya Rêber Apo a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hûr dibe tê derdixe ku zêdetir azad dibe û dibe şervanekî dilêr ê vê paradigmayê. Dema ku li ser peywira xwe bû li gel hevrêyê me Xwînrêj ket kemîna dijmin û hevrêyê me Azad li vir heta bi hilma xwe ya dawî şer kir û şehîd bû."