Li Serdeştê baxçeyê zarokan 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 3 Nîsan 2023 - 11:33

Ji aliyê Tevna Alîkariya jinên Êzidî ve li Serdeşta çiyayê Şengalê baxçeyê zarokan hate vekirin. Baxçe ji çend beşên fêrkirina ziman û lîstikan pêk tê. Ev dibe cara yekemîn ji bo zarokên Serdeştê karekî bi vî awayî tê kirin.

Tevn xizmetê ji jinan û zarokan re dike

Tevna Alîkariya Jinên Êzidî (Wexf) di sala 2019’an de ji Bexdayê fermîyeta xwe wergirtiye û bi mijarên jinan re elaqedar dibe. Taybet di gîhandina jinên Êzidî ku ji aliyê QSD’ê ve tên rizgarkirin û radestkirina wan ji bo malbtên wan kar û xebatên xwe dimeşîne. Her wiha li welat û derveyî welat ji bo xizmeta zarokan û jinên Êzidî bike bê navber kar dike.

Di çarçoveya kar û xebatên Wexfê de, li Serdeşta çiyayê Şengalê ku heya niha hejmarek malbatên ku di dema çeteyên DAIŞ’ê de koçber bûne û lê dimînin re baxçeyek zarokan hat vekirin.

Bexçe 60 zarokan pêşiwazî dike

Baxçe ji gelek beşên weke fêrkirina ziman, cihê lîstikên zaroka û perwerdekirina zarokan pêk tê.
Endama Wexfê Hediya Şengalî, li ser vekirina baxçeyê zarokan axivî û da diyarkirin ku ew pêşwaziya 60 zarokan dikin, ji saet 8’ê sibehê heya 12’ê nîvro baxçe vekirî dimîne.

Hediya Şengalî got;“Zarokên ji 3-5 salî dikarin bên Baxçeyê û em jî kêfxweşin ku me kariye vê xizmetê bikin. Me dixwest em zûtir vî karî bikin lê derfetên me nebûn, lê dîsa jî ev karekî erêniye ji bo zarokên Serdeştê.”

Ev bexçe wê alîkariyê bide dayîkan

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Kamo jî da diyakirin ku ev karekî gelek başe ji bo zarokan û wiha got: “Ji ber gelek zarok pêwîstiya wan bi mijûlbûnû heye, her wiha gelek jin hene ku di nava kar û xebatan de ne zarok li ber karê wan dibin asteng, eger ev cihên wisa di nava me de çêbibin jin jî dikare zêdetir kar û xebatan bimeşîne û zarokên xwe bişîne baxçeyê zaroka.”

Zarok wê li vir hevaltiyê çêbikin

Hevserokê Meclisa gel a Serdeştê Mirad Feqîr jî got: “Ev karê yekemîne li Serdeştê ji bo zarokan tê kirin. Heya niha tu xizmetek wisa nehatiya kirin, zarokên me dikarin bên dema xwe li vir derbas bikin. Dema zarok bên vir hem hevaltiya wan bi hevre çêdibe û di aliyê din de jî tên perwerdekirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.