• Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), li Şêrawa 5 çete kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku hêzên wan li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa li dijî çeteyên dagirker çalakiyek taybet lidar xistin û di encamê de 5 çete hatine kuştin û 4 maşîne jî hatin îmhakirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye: "27`ê Mijdarê, li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek taybet lidar xistin. Hêzên me di vê çalakiyê de baregehek çeteyan kirin armanc û di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 4 maşîne jî hatin îmhakirin.

Çeteyên dagirker ku di çalakiyên hêzên me de gelek kuştiyan didin dan, li hemberî gelê me pêkanînên xwe yên dermirovahî berdewam dikin. Li heman rojê çeteyên dagirker li gundê Kîmarê êriş birin ser gel û di encama vê êrişê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bûn."

NAVENDA NÛÇEYAN