Li seranserê Swîsreyê çalakî

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 25 Nîsan 2022 - 22:27

  • Ji bo rûreşkirina bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk a dagirker, li seranserê Swîsreyê Kurd û dostên wan daketin meydanan.

Ji bo rûreşkirina bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk a dagirker, li seranserê Swîsreyê Kurd û dostên wan daketin meydanan.

CDK-S û YJK-S’ê bang kiribû ku çalakî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê bên li dar xistin. Li ser bangê, li Basel, Zurîch, Luzern û Bernê yên Swîsreyê, Kurdan êvarê çalakî li dar xistin.

BERN: Li paytexta Swîsreyê, li dijî dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, Kurd daketin meydanan û bikaranîna sîlehên kîmyewî protesto kirin. Kurd li ber Banhof a Bernê kom bûn pankarta li ser nivîsandî "Bimre xiyanet", "Bijî berxwedana gerîla" hilgirtin.
Kurd heta bi Parlamena Swîsreyê meşiyan. Siyasetvanê Kurd Necdet Atalay li vir got, dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û çekên kîmyewî bi kar anîne: “Dewletên Ewropayê li dijî dagirkeriya li Kurdistanê durû tevdigerin. Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên me tine bike. Lê em ne gelê Kurd ê beriya bi sed salan in. Em bi gerîlayê xwe bawer in; em ê teqez bi ser bikevin." Atalay bang li Kurdan kir da ku li cihê ku lê ne, dengê xwe bigihînin gerîla.

LUZERN: Kurd li Luzernê jî li Bahnhofplatzê civiyan û dagirkeriya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî rûreş kirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK)  êrişa dewleta Tirk a bi gazên jehrî ya li Kurdistanê û bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî şermezar kir. NCDK´ê got, PDK hevkarê rewşê ye û dixwaze di nava Kurdan de şer derxîne. 

BASEL: Kurd û dostên wan li ber stasyona trenê ya navendî ya Baselê civiyan. Di çalakiyê de hêrsa li dijî dewleta Tirk û hêzên xayîn serwer bû.

Timî dirûşmeyên ji bo xwedîderketina li têkoşîna gerîla hatin gotin. 

ZURÎCH: Kurd û dostên wan li ber stasyona trenê ya navendî civiyan û li vir mîtîngek lidar xistin. Li ser navê CDK'ê hat gotin, “Em ê li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin. Li qadan em ê xwedî li têkoşîna gerîlayan derkevin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.