HPG'ê Çekdar Şoreş bi bîr anî ku sala 2020'î li Botanê şehîd bû û got, "Bû lehengek ku li nava refên gerîla her tim li ser xeta qehremaniyê meşiya."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Ji fermandarên pêşeng ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hevrêyê me Çekdar Şoreş Tîrmeha 2020'î de li Botanê şehîd bû. Bi kesayetiya xwe ya têkoşer û jiyana xwe ya bi rengê derwêşane ji bo azadiya gelê me bi kêliyekê jî nesekinî, kar kir û bû yek ji fermandarên pêşeng ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Bû lehengek ku ji nava xelkê Şaxê, ji eşîra Xelîlanê rabû û li nava refên gerîla hertim li ser xeta qehremantiyê meşiya. Bi dilxwaziya xwe ya azadiyê ya mezin a di dilê xwe de, bi lêgerîna xwe ya li rastiyê hevrêyê me Çekdar Şoreş bû fermandarekî wêrek. Di serî de malbata wî ya hêja bila serê xelkê me yê Şaxê yê welatparêz, eşîra Xelîlanê û gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em sozê didin ku ji bo bîranîna şehîdên xwe, têkoşîna wan bi ser bixînin.

Hevrêyê me Çekdar li navçeya Şaxê ya Wanê di nava malbateke welatparêz a ji eşîdar Xelîlan jidayîk bû. Di sala 2006'an tevlî nava refên gerîla bû. Li qadên Cîlo, Çarçella û Zapê 7 salan bêrawestan şer kir, derbên giran li dagirkeran xist û tevî fermandarê me yê fedaî Şehîd Elî Piling li Zapê bi rengekî çalak tevlî pêvajoya lêdana derbên giran a li dagirkeran bû. Sala 2019'an derbasî Botanê bû. Hevrêyê me Çekdar li ser şopa Şehîd Delal Amed meşiya, li her derê bû tirsa dilê dijmin û wezîfeya fermandariya eyaleta Botanê bi serketî bi cih anî. Di dem û cihê ku dijmin texmîn nedikir bi çalakiyên afirîner hesab ji dijmin pirsî, bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm li her qadê li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Çekdar ji bo karibe di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûr bibe û bigihîne hevrêyên xwe her tim hewl dida, ji bo nirxên têkoşînê mezin bike ku ji aliyê şehîdan ve bi fedaîtî hatin afirandin, her tim kete nava hewldanan. Hevrêyê me Çekdar ku li çiyayên Kurdistanê xwe gihand cewhera xwe, bi moral, zindîbûn û coşa xwe her kêliya jiyana gerîlatiyê bi wate kir.  Hevrêyê me Çekdar weke fermandarekî pêşeng ê ji nava gelê me rabû, bû xwedî tevlîbûn û jiyaneke bi milîtanî. Em weke hevrêyên hevrê Çekdar û şervanên wî, em soz didin ku li gorî mîrateya têkoşînê ya şehîdan, berxwedana xwe teqez bi ser bixînin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Çekdar Şoreş bi vî rengî ne;

Çekdar Şoreş (Harûn Îtah), li Wanê jidayîk bûye, Tîrmeha 2020’an li Botanê şehîd bû. 

BEHDÎNAN