Têgîna "şovalyeyên reş" demeke dirêj di wêjeya li ser cezayan de cih girtiye. Wekî qaîdeyekê, ew wekî dewletekê tê fêm kirin, a ku, berevajî rejîma cezayan a welatên destpêker, hevkariya xwe bi welatê armanc re didomîne. Di dawiyê de hevkariyeke weha ji welatê armanc re dibe alîkar ku xwe bi cezayan biguncîne, zirara ji wan cezayan kêm bike û encamên îzolasyonê ji alîyê destpêkerên cezayan ve li pey xwe bihêle.
Di dîrokê de, "şovalyeyên reş" bê rawestan li pey cezayan dimeşin. Di têkiliyên navneteweyî de dema ku hevrikek destpêker alîkariya welatê armanc dike, rewş gelemperî dibe. Rûsya gelek caran bi roleke bi vî rengî rabûye. Di destpêka sedsala 19’an de, Alexanderê Yekemîn, esas bloka parzemînê sabote kir - pergala cezayên Fransa û welatên ku tevlî wê li dijî Brîtanyaya Mezin bûn. Berê di sedsala 18’an de, Fransayê bixwe çek ji serhildêrên Emerîkî re peyda kirin, wê kir ku ew ji dorpêça Brîtanî xilas bibin. Di dema Şerê Sar de, cezayên DYE´yê gelek caran ji Yekîtiya Sovyetê ve veguherîn alîkariya Çînê, Koreya Bakur, Kuba û Vîetnamê.
Piştî bidawîhatina Şerê Sar, xuya bû ku "şovalyeyên reş" di bin siya xwe de winda bûne. Yek hêza tenê rasterast bi Emerîkayê re nakok û bi her awayî nexwest ku alîkariya welatên di bin cezayan de bike hebû. Çîn bi baldarî têkiliyên aborî bi Koreya Bakur, Venezuela û Îranê re ava kirin, lê li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, xwe ji gavên pevçûnê dûr xist. Rûsyayê tenê di nîvê salên 2010’an de dest bi vegerandina rola "şovalyeyê reş" kir. Beşa herî balkêş, dikare piştgiriya hikûmeta Sûriyê were hesibandin. Lê li vir jî alîkariya Rûsyayê ji aboriyê zêdetir leşkerî bû.
Piştî destpêkirina şerê taybet ê li Ûkraynayê di Sibata 2022’yan de, koalîsyoneke ji welatên rojavayî hejmareke girîng a cezayên li dijî Rûsyayê ferz kirin. Pirraniya cîhanê dev ji wan berda. Lêbelê, hîn zû ye ku mirov qala "şovalyeyên reş" bike. Karsazên li welatên dostên Rûsyayê pirr hişyar in, ji ber ku ji cezayên duyemîn yan dadgehkirina bi destê rayedarên Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wan ditirsin.
Welatên dost bi roleke girîng rabûne di vegerandina îxracata Rûsî de û li şûna îdxalata derve. Bazirganiya bi wan re alîkariya sivikkirina bandorên cezayan kir. Lêbelê, gelek pirsgirêk dimînin. Weke mînak veguhestina berhemên petrolê yên Rûsyayê ji bo bazarên Asyayê dê li gorî bazirganiya nefta xav dijwartir be. Li şûna îthalata rojavayî di sektora serfkar de dê ji alavên pîşesaziyê yan tiştên teknolojîya bilind, hêsantir be. Û ya herî girîng, welatên ji Rûsyayê re dost hîna jî ne mumkin e ku amade bin ku wekî "şovalyeyên reş" bi awayê ku di sedsala 20’an de hate pejirandin, tevbigerin. Divê Rûsya beriya her tiştî xwe bispêre hêzên xwe.
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Li ser hevditinên Emerîka û Îranê
29 nîsanê
Stratejîya bazirganîya DYE
22 nîsanê
Ji pevçûnê ber bi pêşveçûna domdar
15 nîsanê
Newekhevîya sosyo-aborî li cîhanê
1 nîsanê
Rêber Apo xefik parçe kir!
4 adarê