Li ser rêya qereqolê hat kuştin
Sêşem 2 Tebax 2022 - 22:18
- Li gundê Roboskê li ser rêya qereqolê, di teqînekê de cerdevanek hat kuştin û 2 cerdevanên din jî birîndar bûn.
Li gundê Roboskê li ser rêya qereqolê, di teqînekê de cerdevanek hat kuştin û 2 cerdevanên din jî birîndar bûn.
Li gundê Roboskê yê ser bi navçeya Qileban a Şirnexê, li ser rêya Qereqola Beyaztepe li dijî maşîneke leşkerî ya pîqap çalakiyek pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, cerdevanek hatiye kuştin û 2 cerdevan jî birîndar bûne. Cerdevanê kuştî û yên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
ŞIRNEX