Li ser rêgezên jina azad bûn

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 02:45

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên YJA Starê yên ku 16’ê Hezîranê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, ev tişt diyar kirin:“Di êrîşa dijmin a ku di 16’ê Hezîrana 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat de ewladên xelkê Wanê yên hêja û şervanên YJA Starê hevrêyên me Ronahî û Arîn şehîd bûn. Hevrêyên me Ronahî û Arîn li hemberî êrîş, êşkence û zextên dewleta Tirk ên li ser gelê me, jin û ciwanên Kurd, çiyayên Kurdistanê weke yekane qadên çareserî û têkoşînê dîtin, bi vîn, kelecan û coşeke mezin çiyayên azadiyê ji xwe re kirin cih û war. Bi kesayetên xwe yên dilnizm ji bo ew nirxên azadiyê yên ku girêdayî wan in bidin jiyîn kedeke mezin dan û bûn milîtanên PKK-PAJK'ê yên mînak. Bi sekna xwe ya zelal a li ser rêgezên jinên azad, her tim ked û berdêla ku Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dane, ji xwe re esas girtin. Weke hevrêyên wan, em ji malbatên hêja yên hevrê Ronahî û Arîn û hemû gelê xwe yê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê teqez armanca hevrêyên xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi ser bixin.

Hevrê Ronahî li Wanê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de ji Wanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Ronahî bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakarî hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist û timî li ser pêşxistina xebatan rawestiya.

Hevrê Arîn li Wanê di malbateke ji eşîra Zêvkî ya welatparêz a Botanê de hatiye dinê. Di sala 2014’an de tevlî nava revên gerîla bû. Bi saya enerjiya xwe ya erênî ya di jiyanê de moral dida hevrêyên xwe. Bi saya pratîka xwe ya serkeftî bû gerîlayeke PKK-PAJK’ê ya mînak.”

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Ronahî Dilxwîn (Vesîle Dûran), li Wanê jidayîk bûye, 16’ê Hezîrana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Arîn Tolhildan (Dîlan Oklu), li Wanê jidayîk bûye, 16’ê Hezîrana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.