Meseleya nefsê, diyar e ne tenê bela serê mirovan e. Di fosîleke masiyekî de derket holê ku wî masiyî heywaneke bi qaqilk a mezin daqurtandiye û ji ber ku jê re mezin bû miriye. Yanî ji ber nefsa xwe xwe kuştiye.
Fosîla em behsa wê dikin, li Elmanyayê, nêzî Stuttgartê hatiye dîtin. Li gorî lêkolîna li ser fosîlê hatiye kirin, ew 180 milyon salî ye. Ev masî yek ji cinsên kevin ên masiyê Tûna ye. Ev cara yekê ye ku masiyekî fosîl ê bi vî awayî miriye
hatiye dîtin. Ji Muzexaneya Dewletê ya Dîroka Xwezayê ya li Stuttgartê, xwendekarê doktorayê Samuel Cooper li ser mijarê ji malpera Live Science re peyiviye.
Ev fosîl sala 1977´an hatiye dîtin. Lê niha hatiye kifşkirin ka ev masî çima miriye. Ev masî qederê metroyekê dirêj e û heywana bi qaqilk a spîral a dem û dewranên berê jî deh santîman fereh bûye. Ji bo mirov rehet fêm bike ew dibêje, “Weke ku ez şîva xwe tevî lalîkê biavêjim devê xwe û daqurtînim.”
Axir bila kes şîva xwe tevî lalîka xwe danequrtîne. Ji ber nefsê nekevin hepsê.
Foto ©: Samuel Cooper
NAVENDA NÛÇEYAN