Li ser hin xalan lihev kirin

Duşem 31 Tîrmeh 2023 - 13:52

Şandeya PDK’ê ji bo li gel YNK’ê bicive çû Silêmaniyê û li Dabaşan zêdetirî sê saetan di civînê de man. Piştî civîn bi dawî bû, bi daxuyaniyek hevbeş encama civînê ji çapemeniyê re hat ragihandin.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku her du aliyan li ser parastina statûya Herêma Kurdistan û mafên destûrî lihev kirine. Her wiha wê hemû hewildanên xwe ji bo rûbirûbûna astengiyan, debara xelkê û çareserkirina pirsgirêkan bikin. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du alî piştgiriya li darxistina hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê dikin, di demekê de ku wê Serokê Herêma Kurdistanî piştî şêwirîna li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar bike.

Hat diyarkirin ji bo zêdetir xizmet ji gelê Kurdistanê re bikin ew ê di hemû aliyan de nakokiyên biçûk bidin aliyekê û bi hevre pirsgirêkan çareser bikin.

Her wiha hat gotin ku her du aliyan biryar dane pêvajoya birêxistinkirina hêzên pêşmerge berdewam bikin. Her wiha her du aliyan biryar dan ku piştgiriya lihevkirinên kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Di xalek din a lihevkirinê de hat gotin, ji bo hîn zêdetir nêzî hev bibin, astengî û pirsgirêkan derbaskin, biryar hat dayîn bi rihek Kurdistanî û nîştimanperwerî hevdîtinên du alî berdewam bikin û li gel hemû aliyan di nava hemahengiyê de bin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.