Li ser gora Jîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Pêncşem 27 Cotmeh 2022 - 03:45

Doh di 40 rojiya qetilkirina Jîna Emînî de ya ku ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ya rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, bi hezaran kes çûn ser gora wê. Tevî gef û zextên rejîma Îranê jî bi hezaran kes li ser gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçî ya Saqizê kom bûn, dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em ê dîktator hilweşînin û tola Jîna bistînin” gotin.

Li Saqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek hêzên leşkerî hatibûn bicihkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêr di roja 39’an de li piraniya zanîngehan li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî xwepêşandan û nerazîbûn hebûn. Li Zanîngehên Tehranê, Zanîngeha Bijîşkî ya Hemedan, Kolêja Zanîngeha Meşhed, Zanîngeha Babol û Zanîngeha Kerec çalakiyan berdewam kir. Di heman demê de li bajaran çalakiyên cuda jî hatin kirin. Bi taybet li Tehranê û Sine, her wiha li Şîrazê jî gelek jin servekirî meşiyan.

Pêr seba çilrojiya qetilkirina Jîna Emînî, gelek kes ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûn Seqizê. Yek ji wan kesan jî lîstikvanê futbolê yê Îranê yê naskirî Elî Daiy bû. Elî Daiy li Otela Kurdî ya li bajarê Seqizê dima, ji ber vê yekê hêzên zêde ya leşkerî li derdora otelê bi cih bûn û çend caran di navbera wan û ciwanê bajar de alozî derket.

Weke bajarê Seqizê, li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û li hinek bajarên Îranê jî ji bo çilrojiya Jîna Emînî çalakî çêbûn. Li bajarê Sine û Erdebîl ku di dema borî de herî zêde xwepêşandan lê hatine kirin, Rêveberiya Perwerdeyê bi îdiaya belavbûna nexweşiyê deriyê dibistanan girt.

 

234 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku di xwepêşandanên ku zêdetirî meheke li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin de, heta niha herî kêm 234 kes hatine kuştin û ji wana 29 jê zarok in.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.