Li ser erda Kurdistanê

Pêncşem 11 Çile 2024 - 00:45

  • Bi serpêhatiya hunermend Nûdem Durakê, rojnamevanê Fransî Joseph Andras behsa dîroka zilma dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Kitêb wê li Rennesê bê danasîn û ji girtiyên siyasî re jî wê name bên şandin.

Girtina hunermendan, tenê ji ber ku çand û hunerê miletê xwe diparêzin, ji adetên dewleta Tirk a dagirker e. Bi dehan hunermendên Kurd îro jî di hepsên wê de ne û wê beriya niha jî bi gelek hunermen ji ber ku bi Kurdî hunerê xwe kirine, yan jî bi hunerê xwe li dijî zilma dewleta Tirk rabûne, kiribûn hepsê. Li ser yekê ji wan, Nûdem Durakê rojnamevan û lêkolerê Fransî Joseph Andras kitêbek nivîsandibû û niha çalakiyên danasîna kitêbê bi rê ve diçin. Yek ji wan wê li bajarê Brotanyaya li Fransayê Rennesê bi rê ve biçe.

Li bajarê Fransayê Rennesê, kitêba li ser hunermenda Kurd a di hepsa dewleta Tirk de Nûdem Durak a bi navê, "Nûdem Durak, sur la terre du Kurdistan" (Nûdem Durak, li ser erda Kurdistanê) wê bê danasîn. Nivîskarê kitêbê Joseph Andras e û kitêb ji weşanên Ici-Bas derketibû. Çalakiya danasîna kitêbê wê 31´ê Çile li Rennesê bi rê ve diçe û bi hevkariya gelek sazî û rêxistinên dostên Kurdan tê lidarxistin. Organîzatorê çalakiyl "Amitiés kurdes de Bretagne" (Dostaniya Kurdan a Brotanyayê) û "comité Serhildan Roazhon" (Komîteya Serhildan Roazhon) e. Kitêbxanyea "Planète Io" jî hevkariya wan dike da ku çalakî serketî li hola Jeu de Paume 31´ê Çile saet 18:30´î serketî bi rê ve biçe.

Rejîma dewleta Tirk, bi dadweriya xwe ya dijminê Kurdan, sala 2015´an li hunermenda stranbêj Nûdem Durak a hingê hîna 22 salî bû, ji ber stranên ku wê li ser dikê gotin, 19 sal cezayê hepsê birrîn. Gunehê wê mezin bû: Wê bi hunerê xwe, stranên xwe, bi muzîka xwe şerekî dijwar kiribû, ji bo parastina çand û hunerê miletê xwe têkoşiyabû.

Dagirker wê Nûdemê heta 2034´an di hepsê de bigirin 

Ew hîna jî di hepsê de ye û wê heta 2034´an di hepsê de bimîne. Bi vê lêkolîna wêjeyî, Joseph Andras esas ne tenê serpêhatiya ferdî ya Nûdem Durakê dibêje, ew serpêhatî û dîroka neheqiyên ferdî û kolektîf yên miletekî dibêje; miletekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe, miletê Kurd. 

Ev kitêb encama lêkolînên 4 salan û belgekirina bi hûrgilî û bi îtîna ye. Yanî bi rêya neheqiya dijminane ya li Nûdem Durakê hatiye kirin, kitêb behsa dîroka neheqiyeke mezin a kolektîf a li gelê Kurd bûyî jî dike. Kitêb bi he awayî vegotineke înternasyonalîst e jî, lewma tê de eşkere di beşên cihê de bang li her kesî tê kirin da ku piştgiriya girtiyên dozên siyasî re bê kirin û gelê Kurd di têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de tenê neyê hiştin. 

Naz Oke wê behsa înîsiyatîfê bike

Rojnamevan û damezirînera kovara înternetê Kedistanê, Naz Oke wê di vê çalakiya danasîna kitêbê de amade be. Ew ji sala 2017 ve bi hunermend Zehra Dogan re kar dike û wê kitêba "Nous aurons aussi de beaux jours" (Wê rojên me yên xweş jî çêbin) ji weşanên "Édition des femmes" derxistibû. Ev kitêb ji nameyên wê û Zehra Doganê yên ji hev re nivîsandine pêk tê. Yanî 600 rojên ku Zehra Dogan di hepsa dewleta Tirk de bû, tenê ji ber ku wêneyên wêrankirina Nisêbînê weşandin û resmên wê xêz kirin. Naz Okeyê di Nîsana 2020´an de kampanyaya Free Nûdem Durak dabû destpêkirin.

Ji girtiyên siyasî re nameyan wê binivîsin

Dostaniya Kurdan a Brotanyayê wê ji bo çapemeniyê dezgehekê amade bike û wekî din workshopekê amade bike ji bo ku li wê derê ji bo girtiyên siyasî name bên nivîsandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.