Li ser dîroka dîplomasiya Kurdî ya sedsalan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Îlon 2021 - 02:55

Dîrokzan Mehmet Bayrak, hewldan û pevnivîsên dîplomatîk ên di dîroka Kurdî de di pirtûka xwe ya bi navê "Ateş-Kan-Barut Günlerinde Kürt Diplomasisi (Di rojên Agir-Xwîn-Barûdê. de Dîplomasiya Kurd )” de civand. Pirtûk ji Weşanên Ozgeyê derçû û di pirtûkê de "Daxwaznameya Daxwazan" a "Komîteya Îstiqlalê ya Kurd Ermenî" ku dabû hikûmeta Stenbolê, danezana "Serhildana Kurdistanê" ya Abdurrahman Bedirxan di 1900'î de weşandibû û xebatên Cemiyeta Azadiyê û broşurên XOYBÛN'ê jî hene. 

Bayrak di pirtûkê de ji têkiliyên Kurd û Tirkan ên piştî Milazgirê dest pê dike û li ser jiyana Dr. Nûreddîn Zaza û bibîranînê wî disekine. Di pirtûkê de wêne jî hene û kesên di warê ragihandina pirsgirêka kurde de tevgeriyan û hevdîtinên dîplomatîk ên di vî warî de dide der. 

Her wiha di pirtûkê de dîtinên Nazim Hîkmet û Yaşar Kemal ên derbarê pirsgirêka Kurdî de jî di pirtûkê de hene û nameya Nazim Hîkmet a têkildarî pirgsirêka Kurd ku di 1962'yan de ji Kamuran Bedirxan re şandiye û axaftina Yaşar Kemal a derbarê pirsgirêka Kurd de jî ya ku sala 1992'yan li Enqereyê bi boneya qetilkirina Apê Mûsa hatiye nivîsandin, li konferanseke têkildarî qetilkirina Apê Mûsa hat pêşkêşkirin, di pirtûkên de hatine bicihkirin.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.