• KCDK-E: Hikûmeta Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê vîna gelê Şengalê tine dihesibînin û bi peymana ku di nav xwe de danîne plan dikin ku Şengalê dagir bikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê li dijî komploya li ser Şengalê daxuyaniyeke niviskî da û got; "Hikûmeta Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê vîna gelê Şengalê tine dihesibînin û bi peymana ku di nav xwe de danîne plan dikin ku Şengalê dagir bikin. Ev peyman komployeke nû ye ku xizmetê ji stratejiya dewleta Tirk re dike. Ev peyman lîstikeke bi taloke ye ku Başûrê Kurdistanê, Rojava û Kurdistanê hemûyî dike hedef.
Ne hikûmeta Iraqê û ne jî rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê li ser Şnegalê ne xwedî wî heqî ne ku gotinekê bibêjin.
Divê her kes li vîna gelê Şengalê hurmetdar be. Ti peymaneke ku ji Meclîsa Demokratîk a Xweser a Şengalê ne di nav de be, ji hêla Kurdên Êzîdî, gelê Kurdistanê û mirovahiya xwedî wijdan ve nayê qebûlkirin. Li dijî vê plana gemarî di serî de saziyên Kurdistanî, rewşenbîr û hunermend divê li dij derkevin. Bêdengman pejirandina komkujiyên nû ye."

NAVENDA NÛÇEYAN