- Li Êzîdxanê piştî 3 rojên rojiyê, Cejna Xidir Ilyas ku yek ji cejnên pîroz ên gelê Êzîdî ye û 2 rojan dewam dike, ji doh ve tê pîrozkirin.
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Li Êzîdxanê piştî 3 rojên rojiyê, Cejna Xidir Ilyas ku yek ji cejnên pîroz ên gelê Êzîdî ye û 2 rojan dewam dike, ji doh ve tê pîrozkirin.
Cejna Xidir Ilyas an jî wekî ku di nava civaka Êzîdî de tê gotin Cejna Xidiliyas, her sal di hefteya diduyan a Sibatê de li tevahiya Êzîdxanê tê pîrozkirin. Beriya cejnê, rojên duşem, sêşem û çarşemê rojî tê girtin.
Li gorî baweriya Êzdayetiyê rojî li ser herkesî ferz nîne. Lê kesên ku navê wan Xidir û Ilyas bin, pêwîst e van hersê rojan bi rojî bin û li ser wan ferz e. Di nava beşeke civaka Êzîdî de, di vê cejnê de heywan-sewal nayên serjêkirin. Di roja dawî ya rojiyê de, ango di êvara cejnê de amadekariyên cejnê tên kirin. Di vê çarçoveyê de Qelandok tên qelandin û nanê miriyan li cîranan tê belavkirin.
Qelandok çawa tê çêkirin?
Qelandok ji 7 berhemên salê yên wekî, “Ceh, genim, nok, kuncî, garis û gulberoj” tê çêkirin. Welatî van berheman di êvara cejnê de diqelînin û tevlî hev dikin. Piştî tevlîhevkirinê bi destaran wê dihêrin û dikin ard. Di encama hêrandinê de êdî navê berhema ku derdikeve holê dibe Sivîka Xidiliyas.
Beşek ji Sivîka Xidiliyas êvara cejnê dixin nav sêniyekê û li ber Xelatên Malê datînin. Sivîka Xidiliyas heta roja cejnê li ber Xelatên Malê dimîne. Li gorî baweriya Êzîdiyan, êvara cejnê, Xidiliyas diçe serdana malan. Di serdanê de Xidiliyas nîşana xwe Sivîka li ber Xelatên Malê de çêdike.
Xelatên Malê çi ne?
Xelatên Malê, di her maleke Êzîdî de hene û mîna Tûrik di nava malê de hatiye daliqandin. Malbat pîroziyên xwe di vî tûrikî de diparêzin û jê re dibêjin Xelatên Malê.
Ji bo keç û xortên Êzîdî, taybetmendiyeke cuda ya vê cejnê heye. Li gorî baweriyê, keç û xortên nezewicîne, êvara cejnê ji Siviya Xidir Iliyas sewikan çêdikin. Ciwan nebin jî kesên dixwazin, sewikan çêdikin û êvara cejnê beriya razanê dixwin. Sewik pirr piçûk û zêde şor tên çêkirin. Her ciwanek 3 sewikan dixwe û radizê. Di nava Êzîdiyan de tê gotin, her keç yan jî xortê ku van sewikên şor dixwe û radizê, dema di xewna xwe de dît ku keç an xortekî din avê didiyê, wê demê ew dibin qismetên hev.
Piştî 3 rojên rojiyê, pîrozbahiyên cejnê dest pê dikin û 2 rojan dewam dikin. Roja yekê wekî Cejna Xidir Ilyas, roja duyem jî wekî Cejna Xidir Nebî tê pîrozkirin.
Şengalî ji doh ve cejnê pîroz dikin û diçin serdana hev. Ew diçin serdana ziyaretan jî.