Di çarçoveya çalakiyên pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, li komelgeha Borik a Şengalê pêşbirkeke bezê hat lidarxistin. Pêşbirka bezê ya ciwanên Şengalê ji çerxerêya Borik heya Seytereya Asayîşa Êzîdxanê a Şehîd Qasim dewam kir.

Di pêşbirkê de tevî jinên ciwan 112 kes beşdar bûn.

Beşdarvan ji tevahiya gund û navçeyên Şengalê, Başûrê Kurdistanê, Zaxo û Dihokê cihê xwe di pêşbirkê de girtin û bi qasî 5 km beziyan.

Piştre ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Şengalê û Malbata Fermandarê YBŞ’ê Şehîd Zeredeşt Şengalî ve kesên serketî hatin xelatkirin.

Jiyan li Şengalê vedigere

Di pêşbirkê de jina ciwan, Wefa Fano û ciwanê ji pêkhateya Şîe Eda Abdullah pileya yekem bi dest xistin.

Yekemînê pêşbirkê Eda Abdullah têkildarî beşdariya xwe got,“Ez ji Başûrê Kurdistanê beşdar bûme, ji me re cihê kêfxweşiyê ye ku careke din piştî ewqas zehmetiyan, em dibînin jiyan li Şengalê vedigere û pêşbirkên wisa ji bo ciwanên Şengalê pirr giring in.”

Îmen Ebdo yê ciwan jî got : “Ev pêşbirk pir kêm li Şengalê tên lidarxistin, em daxwaz dikin bêtir  giringî bi van pêşbirkan bê dayîn.”

Kombûna ciwanan kêfxweşî ye

Nadim Nayîf ê ciwan jî da diyakirin ku ew kêfxweş in ji ber beşdarî pêşbirkê bûne û got:“Piştî vegera xelkê ewqas ciwan li  hev kombûne, ev me kêfxweş dike. Ev pêşbirk dibe sedem ku  em ciwan hev nasbikin ji ber ku ji gelek cihên Şengalê û Başûrê Kurdistanê ciwan jî beşdar bûne.”

ROJNEWS/ŞENGAL