ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ - ROJNEWS/ŞENGAL

Di çarçoveya ji nûve avakirina Şengalê de, 7 salên piştî rizgarkirinê di bin sîwaneya Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê (SPCD-Ê) de, bi hezaran mamosta û zarok li ser çand û baweriya Êzdayetiyê û bi zimanê dayîkê hatin perwerdekirin.

Destpêkê bi desteka Komîteya Perwerdeya Rojava li ser çiyayê Şengalê, di bin çadiran de dest bi perwerdeya zarokan a li ser hîmê bawerî, çand û dîroka Êzîdxanê hate kirin. Zarokên ku ji fermanê rizgar bûne û di dibistanên rejîmê de bi perwerdeyeke li dijî çand û zimanê xwe perwerde didîtin, îro li Çiyayê Şengalê bi çand, ziman û ola xwe perwerde dibînin.

7 dibistan û hezar xwendekar

Di rewşa niha de li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Şengalê de 7 dibistan û peymangehek heye. Li van dibistanan nêzî hezar zarok li ser çand, bawerî û dîroka Êzdayetiyê tên perwerdekirin. Li 7 dibistanan perwerde ji aliyê 51 mamosteyên ku di çarçoveya heman pergalê de hatine gihandin ve tê dayîn.

Endamê Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê (SPCD-Ê) Mamosta Ferhan Şengalî ku yek ji mamosteyên destpêkê ye, dibêje, beriya fermanê zarokên Şengalê li gorî sîstemeke ku tu elaqeya wê bi çand û zimanê Êzîdiyan nebû, dihatin perwerdekirin.

Li gel kêmasiyan xebatan berfireh

Ferhan Şengalî dide zanîn dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin tu saziyên ziman û perwerdeyê xwedî li zarokan derneketin, lê wan wekî ciwanên Êzîdî dest bi perwerdekirina zarokan kiriye û wiha dipeyive; “Me bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Rojava dest bi xebatên perwerdeyê kir. Di nava salên destpêkê de bi hijmarek pir kêm a mamoste û şagirtan me sîstema xwe ya perwerdeya zimanê dayîkê da destpêkirin. Tevî kêmasî û astengiyan jî, me xebat berfireh kirin.

Li ku derê gel vedigeriya me berê xwe dida wir û zarokên civaka xwe bêperwerde nedihiştin. Niha li piraniya bajarok û gundên Şengalê dibistanên me hene û zarok bi zimanê dayîka xwe dixwînin.”