Li Şengalê ‘Operasyona Tolhildanê’

Çarşem 25 Çile 2023 - 00:21

Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşiya Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) li dijî ‘sîxûran’ pêngaveke girtinê ya bi navê “Operasyona Tolhildanê” dan destpêkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke ewlekariyê ya di nava operasyonê de girtiye, di encama operasyonê de li ser çend torên sîxûrî yên li Şengalê de hatiye girtin û gelek kes jî bi tohmeta ‘sîxuriyê’ hatine girtin.

 

Ev pêngav bi daxwaza xelkê Şengalê ye

Çavkaniyê ragihand kesên hatine girtin destê wan di êrişên dijî ser Şengalê û di xwîna gelek pêşengên Êzîdî de heye û ev agahî dan;

“Ev demek bû hem malbatên şehîdan hem jî xelkê Şengalê daxwaza girtin û binçavkirina sîxuran û kesên destê wan di xwîna Êzîdiyan de hene dikirin. Hêzên me jî li ser daxwaza gelê me yê Şengalê demeke dirêj lêkolîn da destpêkirin û gelek agahî derbarê torên sîxuriyê de kom kir. Piştî vê hêzên ewlekariyê yên Şengalê biryara operasyoneke hevbeş dan û navê operasyonê jî kirin, ‘Operasyona Tolhildanê’. Operasyona ku me heya niha kiriye serkeftî ye.”

 

Ji PDK û MÎT’ê re agahiyan kom dikin

Heman çavkaniyê diyar kir ku kesên bi tohmeta sîxuriyê hatine girtin, li xwe mikûr hatine ku li dijî civaka Êzîdî sûc kirine û got: “Beşek ji sîxurên hatine girtin, li xwe mikûr hatin ku ji aliyê MİT’a Tirk û PDK’ê ve hatine erkdarkirin ku derbarê saziyên Şengalê yên ser bi Rêveberiya Xweser û pêşengên civaka Êzîdî de agahiyan kom bikin û bidin MİT û PDK’ê.”

Li gorî agahiyên ku çavkanî dane wê derbarê encamên operasyonê de agahiyan bi rayagiştî re parvebikin û got; “Ev tora sîxûriyê çawa li Şengalê hatiye rêxistin kirin, di berdêla xiyanetê de çi soz ji bo wan hatiye dayîn hemû îtîraf kirine. Dibe hêzên me encamên operasyonê û îtîrafên sîxûran bi raya giştî re parve bike.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.