Li Şengalê nexweşxaneyê ava dikin

Çarşem 2 Hezîran 2021 - 03:37

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
ROJNEWS/ŞENGAL 

 

Şandeya Îtalî ya çûyî serdana Şengalê, piştî ku li gel sazî û nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê hevdîtin kirin û li ser pergela Rêveberiya Xweser lêkolîn kir, dawî li serdana xwe anî. Şandeyê da zanîn ku ew ê li Şengalê nexweşxaneyekê ava bikin.

Di şandeya Îtalî de rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşk hebûn. Şandeyê du rojan  hevdîtin kirin. Şande  destpêkê  çû serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Serdeşta çiyayê Şengalê.

Li Şehîdgehê bi Saziya Malbatên Şehîdan re rûnişt û li ser ferman û qehremaniya şehîdên Şengalê axivîn û rewşa Şengalê ya niha nirxandin.
Şandeyê di roja duyemîn a serdana xwe de, bi Desteya Oldaran, Desteya Serokeşîran, PADÊ, Asayîşa Êzîdxanê,  Komîteya Tenduristî ya Şengalê, YBŞ û YJŞ’ê re hevdîtin kirin.

Herwiha şandeyê ji bo lêkolîna li ser sûcên DAIŞ’ê li dijî gelê Êzidî bike, çû Nehiya Tilezêr û Komalgeha Girzerik. Li vir şande çû serdana gorên komî û cihên çeteyên DAIŞ’ê welatiyên Êzîdî li wan girtine. Şandeya Îtalî piştî ku li gel sazî û Rêveberiya Xweser a Şengalê hevdîtin kirin, dawî li serdana xwe anî.

Endama şandeyê û Hevseroka Rêxistina Îtalî "Verseo Îl Kurdistan" Luca têkildarî serdan û hevdîtinên xwe got, “Piştî hewqas dem di ser fermana Êzîdiyan re derbas bû, me xwest em bên Şengalê, rewşa gel ji nêz ve bişopînin. Bi taybet me xwest bipêşketinên niha li herêmê hene, nas bikin.

Bi taybet me xwest li sîstema ku niha Êzîdî xwe bi rê ve dibin, bikolin, û destekê bidin Rêveberiya Xweser. Li gorî lêkolînên me, di serî de pêwîstiya wan bi lez bi alîkariya tenduristiyê heye. Lewma me biryar da destpêkê ji bo Şengalê nexweşxaneyekê ava bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.