Li Şengalê merasima bibîranînê

În 16 Tebax 2024 - 01:15

17’emîn salvegera komkujiya mezin a Sîba Şêx Xidir û Tilizêrê li cihê komkujî pêkhatiye, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û tevlîbûna hemû hêz û pêkhateyên Şengalê merasimek birêve çû. Di merasîmê de peyamên hesapxwestina ji berpirsên komkujiyê û yên erka xwe bicîh ne anîn hatin dayîn. 17 sal li ser komkûjiya Sîba Şêx Xidir û Tilizêrê re derbasbû ku bi sedan kes jiyana xwe ji destan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li gorî malbat jî dibêjin, ji ber 17 sal e testa DNA’yê nekirine û hesap ji vê kiryara hovane nehate xwestin, hîn jî aqûbeta gelek birîndaran diyar nîne.

4 wesayîtên barhilgir ên di bin navê alîkariyê de û di bin kontrola hêzên PDK’ê de ketin Sîba Şêx Xidir û Tilizêrê xwe di nava cihê herî qelebalix de teqandin. Ev jî weke yek ji komkujiya herî mezin a li Iraqê tê zanîn. Di merasîmê de bi sedan wêneyên qurbaniyên komkujiyê hatine hildan, malbatên qurbaniyan jî wêneyên şehîdên xwe rakirin û daxwaza edalet û hesap pirsînê kirin. Heya niha hêzên ku ev kiryara terorîst kirine nehatine darizandin û hesab ji hêzên PDK’ê ku herêm dibin kontrola wan de bû, nehatiye pirsîn. Di merasîmê de Rêveberiya Xweser, TAJÊ, YBŞ, Heşdî Şeebî, Malbatên Şehîdên Tilizêrê peyam dan. Hemû hêz û pêkhate şehîdên komkujiyê bibîranîn, êrişkaran şermezarkirin û daxwaza hesapxwestinê ji hikûmeta Iraqê kirin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.