ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL
Di sala 2014'an de çeteyên DAÎŞ’ê li tevahiya Şengal û gundewarên wê komkujî pêk anîn. Di encama wan komkujiyan de bi hezaran kesî jiyan xwe ji dest dan û bi dehan gorên komî hatin çêkirin. Komalgeha Sîbaya Şêx Xidrê jî yek ji wan ciha ye ku 9 gorên komî lê hene. Piştî 9 salan dewleta Iraqê pêr careke din dest bi vekirina gorên komî yên li komelgeha Sîbaya Şêx Xidirê kirin. Bi hezaran kes beşdarî vekirina gorên komî bûn ku li gorî irf û adetên civaka Êzidî tên vekirin.
Divê Iraq jenosîdê nas bike
Di gora yekem de ku hat vekirin zêdeyî 60 cenaze hatin dîtin û wê cenazeyan ji bo testa DNA’yê bişînin Tiba Edlî ya Bexdayê.
Mîrê Civaka Êzidî ya Şengalê Nayîf Dawid di derbarê vekirina gorên bi komî de ji ANF re axivî û got:’’Heta niha zêdetirî 90 gorên komî li Şengalê hene. Li gel ku 9 sal bi ser de derbas dibin jî hemû gor nehatine vekirin. Heta niha zêdetirî 13 dewletan fermana Êzîdiyan weke Jenosîd qebûl kirin. Lê heta niha jî hikûmeta Iraqê qebûl nekiriye. Her wiha kesên bûne sedema komkujiyê jî dadgeh nekirine. Em ji dewleta Iraqê dixwazin ku kesên bûne sedema fermanê werin dadgeh kirin û cezayên pêwîst bên dayîn. Em civaka Êzîdî heta ku heqê xwe nestînin, dest ji doza xwe neberdin.”
Berpirsiyar karê xwe nakin
Cemîl Elî Hecî ku 13 kesên ji malbata wî di gorên komî de ne, wiha qala xemsariya dewleta Iraqê ya li hember civaka Êzidiyan kir: “Tîmên ku ji bo vekirina gorên komî hatine, pir kêm in. Ji ber vê yekê ye ku 9 sal bi ser de çû, lê heta niha gorên komî bi temamî nehatine vekirin. Em dizanin ku xizmên me di gorên komî de ne, ji ber ku dema çeteyên DAÎŞ’ê komkujî li vir pêk anîn, dîmenên wan li ser medya dijîtal hatibûn parvekirin.”
Cemîl Elî got ku ger hestiyên hatine dîtin ji bo testa DNA’yê ji Tîba Edlî re bişînin wê encamên wan nêzî 4, 5 mehan dirêj bike û got:“Ger tîmên berpirsyar li ser karê xwe sekinîban wê pir dem ser derbas nebûba. Lê wisa dikin ku her tim ferman xwe li me dûbare dike û em qet ji bîr nakin.”