Li Şengalê goreke komî hate dîtin

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 01:01

Rêxistina Mafê Mirovan a Patricor, ragihand ku polêsan goreke komî li Şengalê dîtiye. Di gorê de  cenazeyên qurbaniyênfermana 3´yê tebaxa 2014´an hene.

Her wiha hate diyarkirin, piştî ku ji Rêveberiya Polêsan a Şengalê ji bo dîtina goreke komî ya nû li navenda Şengalê îxbar wergirtin, yekser çûye cihê bûyerê û lêkolîn kiriye; piştre derket holê ku goreke komî ye: “Di gorê de bermayên hestiyên jin û zarokan hene ku beşek ji wan jî ji pêkhateyên Şîî ne ku di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin. Mixabin di encama pêvajoya betonkirina dibistanekê de îskeletên wan ji aliyê şofê ve hatine xerakirin.”

Hêjayî gotinê ye ku di meha Tebaxê ya sala 2014’an de Şengal ket destê çeteyên DAIŞ’ê û di encamê de 6 hezar û 417 welatiyên Êzîdî hatin revandin û 3 hezar û 548 kes ji wan jin bûn. Heta niha çarenûsa 2 hezar û 693 Êzidiyên hatîn revandin ne diyar e.

Her wiha li Şengalê heta niha 85 gorên komî hatine dîtin û di 15’ê Adara 2019’an de bi amadebûna nûnerê Netewêyên Yekbûyî pêvajoya kolana gora komî ya yekem li gundê Koço yê Şengalê dest pê kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.