Li Şengalê festîvala çand û hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Cotmeh 2022 - 01:46

Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê ya 1’emîn ku bi şîara ‘Li hemberî fermanan çanda xwe biparêze’ doh jî dewam kir. Di festîvalê de destkarî, xwarinên Şengalê û cil û bergên neteweyî yên Şengalê hatin pêşandan. Ji bo şehîdên Şengalê pêşangeha wêneyan jî hate vekirin û festîval xwedî bernameyeke dewlemend e.

Ji Şengalê heta geliyên Helegezê gelek hunermend tevlî festîvalê bûn. Piştî nîvro jî xebatên hunerî hatin pêşandan. 

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.