Li Şengalê êriş
În 1 Adar 2024 - 00:55
Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Ziravikê ya girêdayî Tilizêr a Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê wesayîta hatî hedef girtin ya Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê bû û şofêrê wesayîtê birîndar bûye. Di encama êrişê de agir bi wesayîtê ket. Welatiyên ku xwestin agir vemirînin rastî astengiya artêşa Iraqê hat û gel jî nerazîbûn nîşan dan. Piştre agir ji aliyê welatiyên herêmê ve hate tefandin.
ROJNEWS/ŞENGAL