Li Şengalê dema çinîna hêjîran e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 5 Îlon 2023 - 00:15

Şengal ku bi hêjîrên xwe yên xweş tê nasîn, îsal jî berhemeke baş da. Cotkarên Deşta Warê Xidirê ku mijûlê çinîn û hişk kirina hêjîran in, kêfxweşiya xwe ya ji berhemên îsal anîn ziman û da zanîn ku berhemên wan li derveyî Şengalê jî tên firotin û eleqeyeke mezin jê re heye.

Çiyayê Şengalê li gel xwezaya xwe ya xweş û bedew, di himbêza xwede gelek berhemên xweş jî digihîne. Demsala havînê dibe çavkaniya berhemên xwezayî û bi tam ji bo hemû xelkê Şengalê.

Her wiha gelek berhemên çandiniyê û fêkiyên Şengalê dikevin bazara Iraqê jî. Yek ji van berhemên bi nav û deng ku di dengbêjiya Kurdî de, di stran û helbestên Êzîdiyan de jî navê wê derbas dibe, hêjîr e. Hêjîr li gelek deverên Şengalê çêdibe, lê Deşta Warê Xidirê ku li nêzî gundê Kersê ya Şengalê ye yek ji herêma ku herî zêde hêjîr lê çêdibe ye.

Bazirgan ji dûr tên dikirin

Di van salên dawî de li Deşta Warê Xidirê çandiniya darên hêjîran zêde bûye û berhemên wê di bazara Şengal, Mûsil û Herêma Kurdistanê de jî tê firotin.

Nemir Mirad (80), dibêje temenê xwe di ber çandinî û çinîna hêjîran de derbaskiriye. Mirad diyar kir debara wî ya sereke hêjîr bûye û wiha axivî: “60 sale ez bi karê hêjîran re mijûlim. Em niha hêjîran ji hev vediqetînin. Li gel me jê re dibêjin, dikin pêncî. Em yên biçûk û mezin ji hev cûda dikin. Ji van re jî dibêjin, beşa Gewlaz, Xişxiş û yên navîn. Her yek ji bo tiştek tê bikaranîn. Beşek jî ji bo zivistanê tên hişk kirin.”

Cotkarê bi navê Hesen Şeref jî diyar kir ku ew beşeke zêde ya hêjîrên xwe hîn taze ne difiroşin û beşa maye jî kom dikin, li ser ban hişk dikin û paşê bi ta an jî darên zirav ve dikin û difiroşin. Şeref dibêje, hêjîrên tên hişk kirin dem dirêj xirap nabin û dikarin bên xwarin.

Hesen Şereş ku bi xwe berhemên xwe diçîne, paşê kom dike û di bazara Mûsilê jî difiroşe û dibêje;“Ji gelek deveran bazirgan jî serdana me dikin, ji bo berhemên me bikirin. Em ji van berhemên xwe gelwaz jî çêdikin.”

ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.