Weke hemû mezargehên din li ber quba Şêbilqasim ya li Çiyayê Şengalê di roja yekemîn a cimayê de Êzîdî lihev kom bûn û cima bi coşek mezin pîroz kirin.
Bi boneya cejnê, Navenda Çand û Hûnerê ya Şengalê şahiyek hate lidarxisitn û bi hezaran Êzidiyan govend gerandin.
Êzîdiyên beşdarî pîrozbahiya cejna Cimaya Şêbilqasim bûne bang li xelkê Şengalê kirin ku vegerin ser warê xwe.
Xwedêda Şengalî got:“Ev yek ji cihên me yên pîroz e. Em gelek keyfxweş dibin dema gelê me bi coş beşdarî merasîmên xwe dibe û li ser axa xwe li hev kom dibin. Em bi keyfxweşî di vê rojê de pêşwaziyê li xelkê xwe dikin ku ji der ve û nava kampan de beşdarî di vê pîrozbahiyê de kirine.”
Meşdel Gebo jî Cejna Cimaya Şêbilqasim li tevahiya civaka Êzîdî pîroz kir û got:“Di roja yekemîn de em beşdarî pîrozbahiyên Cejna Simaya Şêbilqasim bûn. Bi vê coşa heya em keyfxweş in. Em dixwazin di salên bê de tevahiya gelê me vegere Şengalê û em bi hev re cejnên xwe pîroz bikin. Banga me ji gelê me heta niha venegeriyane Şengalê ew e vegerin ser cih û warê xwe û li derdora nirxên xwe yên pîroz kom bibin.
Îro ango roja duyemîn de jî wê merasîmên olî bên kirin û periyên qubê bên siwarkirin.
ROJNEWS/ŞENGAL