Li Şengalê çaxê hişkkirina hejîran e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 22:06

  • Civaka Êzîdî bi amûr û rêbazên bav û kalan hem debara xwe dike û hem jî nahêlin çanda kevnar winda bibe. 

ADAR AVESTA / ROJNEWS / ŞENGAL

Civaka Êzîdî bi amûr û rêbazên bav û kalan hem debara xwe dike û hem jî nahêlin çanda kevnar winda bibe. Xelkê gundê Warê Xidirê, Xwedêda Xelef dibêje, “Me biryara xwe da, em ê warê xwe bi cih nehêlin.”

Gundê Warê Xidirê yek ji gundên Geliyê Kersê ye. Geliyê Kersê yê li başûrê Çiyayê Şengalê, ji bo çandiniyê cihekî gelekî guncaw e. Ev gund bi darên xwe ya hejîr, hinar, mêw û dêliyên xwe û nexasim jî bi tutinê navdar e.

Xwedêda Xelef ji bo çandiyê û karêîn xwe dibêje, “Em ji mêj ve karê hejîran dikin. Berê bav û bapîren me jî ev kar dikir. Di Tebaxê de hejîr digihin, heta Cotmehê jî hejîr dimînin. Dema hejîr zer dibim, em ji darê dikin û li ber tavê radixin. Paşê ew hejîr hişk dibin. Em hejîrên piçûk û mezin ji hev vediqetînin. Em ji wan hejirên mezin re dibêjin hejîrên gewlazan. Em hinek hejîrên piçûk dikin serok (hejîran hûr dikin û dixin qalibekî, hişk dikin. Ji ber ku ev hejîrên herî xweş in, Êzîdiyan ev nav lê kiriye. Hinekan jî didin kargehan. Ji wan piçûktir jî em dibêjin, hebhebê hejîran, wan jî yan em didin dostên xwe yan jî li bajar difiroşin.”

Em terka Şengalê nakin

Xwedêda Xelef behsa çêkirina gewlazan dike û dibêje, “Bi alîkariya şûjina gewlazê em hejîran bi ta ve dikin. Ji bo hejîr bi şûjinê ve nezeliqe, em şûjinê carna dixin nav avê. Pêwîst e qiyasa hejîr û ta weke yek be. Ger hêjîr gir bin, pêwîst e ta jî stûr be. Piştî ku me hejîr bi ta ve kirin, em dibin li bazaran difroşin.”

Xelef diyar ku ew ji bavê xwe ferî vî karî bûye û wiha dewam kir: “Li Çiyayê Şengalê berê darên hejîran, hinar û mêw hebûn. Li Şengalê gelek kes xwedî rez bûn. Ji zarokatiya xwe ve ez vî karî dikim. Bav û bapîrên me jî ev kar dikirin.”

Li gundê Warê Xidirê, gelek malbat bi vî karî debara xwe dikin. Lê ji ber ku rezên wan malbatan kêm in qezanca wan tera debara wan nake.

Xwedêda Xelef li ser lazimiyên xwe dibêje, “Gelek pêwîstiyên gund hene. Ceyran, rê û ava gund pirsgirêk in.

Xelkê gund bi xwe ji kîsî xwe rêya gund çêkirin.”

Xelef di dawiyê de dibêje, çi zehmetî hebe jî dest ji axa xwe bernadin: “Tevî ewqas zor û zehmetî jî em ji halê xwe razî ne. Em di axa xwe de ne û ev kar ji me re şerefek e. Ji fermanê heta niha me terka vê axê nedaye û em nadin jî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.