Li Şengalê berxwedan dewam dike

Duşem 4 Çile 2021 - 16:25

Çalakiya nobetê ya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzîdxanê, di roja xwe ya 35’an de ye. Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Çalakiya bi dirûşma “Em hemû asayîş in” li ser avahiya Asayîşa Şêngalê û li ser rêya sereke ye.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê çalakgerên nobetê dikin û pişgiriyê didin wan.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) jî doh ji bo rûreşkirina tecrîdkirina Rêber Abdulah Ocalan li nehiya Sinûnê li ber Meclîsa Gel dest bi meşê kir. Meşê heta bi devera Mam Zekî dewam kir.

ROJNEWS/ŞENGAL 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.