Welatiyên Şengalê tevî astengiya hikumeta Iraqê jî, agirê Newrozê pêxistin û bi coşeke mezin pîroz kirin.

Pêr li seranserê Kurdistanê Agirê Newrozê bi coşeke mezin hat pêxistin. Xelkê Şengalê jî tevî astengiya Hikûmeta Iraqê li navçeya Xanesorê kom bû û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ve hatî lidarxistin, endamên Navenda Çand û Hunera Şengalê stranên xwe gotin û gel li ber govend girtin.

ROJNEWS/ŞENGAL