Li Şemraxê Mihrîcana Çand û Hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 00:36

Şaredariya Şemrexê bernameya Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan eşkere kir.  

Şaredariya Şaredariya Şemrexa Mêrdînê ji bo Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan li dar bixe, dê hunermendan di 11 û 12’ê cotmehê de bicivîne. Mihrîcan dê li Qada Cumhuriyetê were li darxistin û dê çalakiyên wek pêşengeha wêneyan, dîwana dengbêjan û konserek werin lidarxistin. Mihrîcan dê bi hevkariya Midûriyeta Karêbarên Civakî ya Şaredariya Şemrexê û Sanatça Organîzasyonê were lidarxistin û dê mihrîcan bi konsera Koma Sorjiyan û Ayfer Duztaşê bi dawî bibe. 

Hevaşaredarên Şemrexê Kûdret Ûçûk û Hamdîn Demîr gel vexwendin mihrîcana ku dê li navçeyê 2 rojan deng vede.  

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.