Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl, revandina nûnerên Rêveberiya Xweser-PYD’ê li Hewlêrê, lêpirsîna wan ji aliyê MÎT’ê ve, astengiya PDK’ê ya li deriyê sînor ê Sêmalka û armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxand. Ji ANF´ê Mustafa Çoban bi Aldar Xelîl re li Qamişloyê peyiviye.

Aldar Xelîl diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkeke ewlekariya neteweyî ye û got, “Eger Başûr bê dagirkirin, Rojava wê bifetise. Ji bo me Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, gelo êrişa li dijî çiyayên Kurdistanê ewlehiya me ya neteweyî xera nake? Ew jî parçeyekî Kurdistanê ye. Ewlehiya me têk dibe. Ya rast, heger Erdogan li Ewrûpayê, li Efrîkayê, li Emerîkayê qezenç bike, ev ji bo me nebaş e. Wê zerarê bide me. Heger li Kurdistanê bi ser bikeve ev yek, yekser ji bo me nebaş e. Erdogan xwe kiriye dijminê me. Me ew nekiriye dijmin. Erdogan Efrîn dagir kir. Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Bab, Ezaz dagir kirine. Erdogan gefê li me dixwe. Ji ber vê yekê ya li berjewendiyên me tê ew e ku Erdogan bê têkbirin.”

Destketiyên Kurdan di tehlûkeyê de ne

Li ser armanca dagirkirinê ya Erdogan ew dibêje, “Heger me li ber xwe nedabûna Erdogan niha gihîştibû Mûsil û Kerkûkê. Yek ji sedemên parastina Başûrê Kurdistanê berxwedana li Rojava ye; ya duyemîn jî berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanyê ye.”

Heger Başûr bê dagirkirin, ew dibêje, “Di rewşeke wiha de wê destketiyên Kurdan hemû biçin. Ji ber vê yekê jî divê her kes helwêstê nîşan bide. Berxwedaneke dîrokî heye û ji ber vê jî divê her kes piştgiriya berxwedanê bike. Eger gelê me piştgiriyê bide wê berxwedanê, em ê jî ji bo berxwedanê li ser piyan bimînin.”

Îstîxbarata Tirk lêpirsînê dike

Têkildarî girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li Hewlêrê jî Aldar Xelîl got, “Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li Hewlêrê hatin girtin. Çima girtin? Li wir temsîliyeta xelkê xwe dikir. Ti nebaşî, ti dizî, ti sûc nekirin.

Welatparêzî, netewetî, yekîtî, Kurdistanîbûn li ku ma? Niha mesela me man û neman e. Heger Erdogan bi ser bikeve, Başûr namîne. Li Rojhilat hêviya têkoşînê namîne. Rojava namîne. Çarenûsa me yek e. Em nizanin ka rewşa nûnerên Rojava yên girtî çawa ye. Li gorî hin agahiyan li ber destê me -ji sedî sed ne nîne- rayedarên îstîxbarata Tirk hatine û hevalên me dikin ber lêpirsînê. Ev rewşeke metirsîdar e. Em nizanin ka ew heval niha li ku ne.”

Rêveberî rûmeta xelkê diparêze

Aldar Xelîl der barê astengiyên li deriyê sînor ê Sêmalkayê de jî got, “Ji bo kesên ku tên û diçin pirsên mîna yên îstîxbaratê tên kirin. Pirsên ku rûmeta mirovan dişikînin. Hin pirs tên kirin, heger ji min bê kirin, ez nikarim tehemûl bikim.”

Aldar Xelîl got, “Xelk ji vê yekê aciz e. Rêveberiya Rojava jî di vê mijarê de nîqaş dike ka çi bike. Dema ku dîtin rêveberiya Rojava vê qebûl nake û helwestê nîşan dide, hewl dan vê berevajî bikin. Xwestin bêjin, ‘Rojava dixwaze derî bigire’. Rêveberiya Rojava dixwaze gel bi rengekî bi rûmet biçe û bê.” Hin ji pirsên hanê jî wiha ne:

Pirsên MÎT´ê ne

- Çend nefsên mala te hene?
- Xizmên te, eşîra te kî ne? 
- Tu di kîjan pertiyê de yî, wezîfeya te çi ye?
- Hûn civînên xwe kengî dikin?
- Berpirsê we kî ye?
- Mala we li kîjan taxê ye?
- Navê Komîna we çi ye?
- Meclîsa we li ku ye?

Ji ber şikandina rûmeta xelkê, hevdîtinên bi rayedarên Başûr re hatine kirin. Aldar Xelîl dibêje, di sehtîkirina ser jinan de jî got, li Sêmalka li aliyê Başûr rûmeta jinan tê şikandin.

NAVENDA NÛÇEYAN