Li Şedadê fistiqên Helebî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • “Avhewaya herêmê û tinebûna nexweşiyan hişt ku ev tecrûbe bi ser keve.”

BASIM EL-DEXÎL / ANHA/HESEKÊ

Tecrûbeya çandina darên fistiqên helebî li başûrê Hesekê bi ser ket. Yek ji cotkarên serketî Yasir El-Elî ye. Wî got: “Avhewaya herêmê û tinebûna nexweşiyan hişt ku ev tecrûbe bi ser keve.”

Berê fistiqê helebî tenê li Kobanê, Efrîn, Şehba û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn.

Li başûrê kantona Hesekê, gelek cotkaran dest bi çandina darên fistiqên helebî kir.

Yasir El-Elî li ser mijarê got: “Ez cotkar im. Min darên fistiqê helebî li gundê 47`an ê bakur rojavayê navçeya Şedadê çandin û bi ser ket.”

El-Elî teqez dike ku mewsima fistiqên helebî bi 5 qatan ji ya zeytûnê pirrtir e û got miameleya bi vê darê re hêsan e û li gorî avhewaya Cizîrê ye. 

Yasir El-Elî got, nexweşî li herêmê tine ne, ji ber wê, tecrûbeya çandina darên fistiqê helebî bi ser ketiye.

Darê fistiqê li deverên hişk û zuwa çê dibe û 300 salan emir dike. Dara piçûk qederê 3 kîlogramî ya mezin jî zêdetirî 100 kîlogramî fistiqan dide. Piştî 6 saliyê, dar ber dide. Ev dar xwe li ber germê jî û sermê jî digire. Lê barana dema kulîlkan dike ku kulîk biwerin. 

Cotkar Yasir El-Elî dibêje, avhewaya Cizîrê ji bo çandina darên fistiqên helebî û behîvan baş e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.