Li Scîlyayê xwedî li Rojava derketin
Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 21:15
- Înternasyonalîstên Îtalyayê ji bo piştgiriya Rojava û gerîla çalakî li dar xistin.
Înternasyonalîstên Îtalyayê ji bo piştgiriya Rojava û gerîla çalakî li dar xistin.
Ciwanên înternasyonalîst ên Îtalyayî di salvegera Şoreşa Rojava de gefên dagirkeriyê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla protesto kirin.
Ciwanên înternasyonalîst ên herêma Sîcîlyayê 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi çalakiyan pêşwazî kirin.
Li bajarên Catanîa û Palermo du çalakiyên cuda pêk anîn. 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya ciwanên înternasyonalîst li bajarên Catanîa û Palermoyê bi mîtîngan hate pîrozkirin.
Ciwanên înternasyonalîst li gel rêxistina Antudo ya Sîcîlyayî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, pankart bi sefaretxaneyên Swêd û Fînlandiyayê ve daliqandin.
ANF/CATANIA