Li navçeya Batmanê Sasonê, serwîsa dibistanê gindirî kendalê û 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de 24 kes birîndar bûn. 

Li gundê Kaçirîng ê ser bi Sasonê, serwîsa dibistana gund gindirî kendalê. Di qezayê de 2 xwendekaran li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.7 jê bi giranî 24 kes birîndar bûn. Birîndaran sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. 

Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Batmanê tên dermankirin.

BATMAN