Li Şaneşînê lîstikeke komedî; ‘Sera Pîra’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 00:43

Şaneşîn Performans vê carê bi lîstikeke komedî li pêşberî şanohezan e: "Sera Pîra". Lîstik 5, 8 û 14'ê mehê li Şaneşîn Performansê ye.

"Sera Pîra" lîstika Alfanso Paso ye. Alfanso Paso di sala 1926'an de li Madridê hatiye dinê. Nivîskar, lîstikvan û derhênerê lîstikên şanoyê ye.

Paso karakterekî balkêş e. Dest ji endazyariya hewakarî ber dide, Felsefe û Wêjeyê dixwîne. Dûre tibê dixwîne, di sala 1974'an de ji beşa rojnamegerî mezûn dibe. Lîstikên wî gelek têne ecibandin. Di sala 1968'an de li Madridê li heft şanoyan lîstikên wî hebûn û çend mehan ji ber eleqeyê tabelayeke wisa daliqandibûn: "Tije ye."

Ew yekem Spanyol bû ku bi komediya xwe derketibû ser dika Broadwayê. Alfanso Paso li Spanyayê hezkirina wî ji bo rastgiran hebû, di sala 1978'an de ji ber qansêrê mir. Lîstikên wî Îtalî, Ingilîzî, Elmanî, Tirkî, Portekîzî û Erebî jî di nav de ji bo bi dehan zimanan hatin wergerandin.

Niha yek ji lîstikên wî "Sera Pîra" ji bo kurdî hatiye wergerandin û tê lîstin. Lîstikeke komedî ye. Umît Aktaş lîstik wergerandiye û derhêneriya lîstikê kiriye. Di lîstikê de Leyla Denli, Şukran Algul, Turan Îlhan, Volkan Kaçîra û Wedat Ermîş dilîzin.

Lîstik 5'ê mehê, 8'ê mehê û 14'ê mehê saet 20.00'an de li ser dika Şaneşîn Performansê ye.

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.