Li Rojhilat û Îranê bîlanço giran e

Pêncşem 12 Sibat 2026 - 02:45

HRANA'yê ragihand ku hejmara mirovên di çalakiyên şermezarkirinê de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin nêzî 7 hezar kesî bûye û nêzî 53 hezar kes jî hatin binçavkirin.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî Yên Emerîkayê (DYE) ye, têkildarî bîlançoya xwepêşandanên şermezarkirinê raporek weşand ku di 28'ê Kanûna 2025'an de destpê kirin û hîn jî dewam dikin.

HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 6 hezar û 982 kes hatine qetilkirin û 52 hezar û 622 xwepêşander jî hatine binçavkirin. Her wiha 11 hezar û 22 xwepêşander jî birîndar bûne.

Li gorî rapora HRANA, ji hejmara giştî ya kesên hatîn qetilkirin; 6 hezar û 490 kes xwepêşander bûn, 215 zarok û 65 kes jî welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyîn bûn. Her wiha 214 kes jî endamên hêzên ser bi rejîma Îranê bûn.

HRANA da zanîn ku di nav kesên hatîn binçavkirin de 135 xwendekarên zanîngehê hene, li gel wê 11 hezar û 51 kes ji bo dezgehên ewlekariyê hatine bangkirin. 335 kes bi darê zorê neçarî îtîrafê hatine kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.