Li Rojhilat Jin jiyan azadî!

Sêşem 20 Îlon 2022 - 21:27

  • Li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna ji zextên rejîma Îranê dewam dikin. Xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Amînî li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bûn. Hat zanîn ku di êrişa rejîmê de 5 welatî li 3 bajaran şehîd bûne.

Ji bo Jîna Mehsa Amînî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Polêsê hîcabê yê rejîma Îranê, li Tehranê 13´ê Îlonê Jîna Amînî kiribû nezaretê û di encama êşkenceya li nezaretê de jî ew 16´ê Îlonê şehîd kiribû. Piştî veşartina cenazeyê Jîna Amînî li Seqizê xwepêşandan zêde bûn û yekşemî jî li ser banga rêxistinên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dikan nehatin vekirin û xelk neçû ser kar; yanî greveke giştî hat ragihandin. Nerazîbûnên ji vê hovîtiya rejîma Îranê li seranserê Îranê û nexasim li Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. 

Xwepêşandanên nerazîbûna ji zilma dewleta Îranê piştî yekşemê ji Seqiz û Sineyê belavî bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûn.

Li gelek zanîngehan çalakî hatin lidarxistin. Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Farsê, Duşemê êvarê bi sedan kes li taxa Hîcab a li navenda Têhranê meşiyan û dirûşmeyên li dijî hikûmetê gotin. Hat diyarkirin ku hin jinan bi rakirina laçkeyên xwe nerazîbûna xwe nîşan daye.

Li Tehranê, polêsan gelek xwepêşander destgîr kirin, bi copan û gaza îsotê êrişî wan kir. Lê li bajarên Kurdistanê polêsan fîşekên bi rastî jî li dijî xwepêşandêran bi kar anî.

Li paytexta Îranê Tehranê xwendekaran li gelek zanîngehan çalakiyên protestoyî li dar xistin. Li Zanîngehên Terhan û Şehîd Beheştî çalakî hatin kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnîmê, bi heman awayî li bajarê Meşhed ê ê li herêma Xorasanê jî xwepêşandanek hat lidarxistin.

Li Tahranê wekî din hin welatiyan êrişî wesayît û motrsiklêtên hêzên Îranê kir. Li Tehranê du wesayîtên Polêsên hîcabê û çend motorsiklêtên hêzên polês hatin şewitandin.

Li bajarên Esfehan û Reştê jî xwepêşandeke mezin hate lidarxistin.

Doh jî xwedekarên zanîngeha Terbîzê û yên zanîngeha Yezdîş çalakiyek li dijî qetilkirina Jîna Amînî li dar xistin.

Rejîm bû gurê har

Li ser banga partiyan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê pêr greva giştî destpê kir. Gel pêr siharê neçû ser kar û dikanên xwe venekir. Pişt re jî li Rojhilatê Kurdistanê xelk daket meydanan û dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşandanan doh jî dewam kir.

Xwepêşandanan pêr destpêkê li bajarê Dîwander ê ser bi parêzgeha Sineyê dest pê kir. Li vir hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan kirin û di nava her du aliyan de alozî çêbû. Hêzên Îranê rasterast gule berdan xwepêşanderan.

Di encama êrişa hêzên Îranê ya li Dîwander de du welatiyên bi navê Fuad Fedîme û Muhsin Mihemedî şehîd bûne û 40 kes jî birîndar bûn.