Li Rojhilat 3 kes hatin destgîrkirin
În 19 Nîsan 2024 - 17:00
- Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Sewlawa yê Rojhilatê Kurdistanê 3 Kurd ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine destgîrkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên dewletê li gundê Dêweznaw ê bajarê Sewlawayê bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî daxuyaniyê di serdegirtina malan de 3 Kurdên bi navê Umîd Şehdad, Umer Huseynî û Elî Huseynî hatin destgîrkirin.
Hate diyarkirin ku ji bo serdegirtina malan ti hinceteke fermî nehatiye nîşandan û sedema serdegirtin û destgîrkirinê diyar nebûye.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ji 21ê Adarê ve heta niha herî kêm 26 hemwelatî, çalakvan û hunermendên Kurd li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine destgîrkirin û 8 kes hatine girtin. ANF