Li Rojava pirtûkfiroşên bufe

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 10 Mijdar 2023 - 00:05

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Li 7 bajar û navçeyên Rojava pirtûkfiroşên bufe hatin avakirin. Bi rêya van pirtûkfiroşan hem mirov dikarin bi hêsanî pirtûk, kovar û rojnameyan bi dest bixin, hem jî çanda xwendinê berbelav dibe. Projeya pirtûkfiroşên bufe di sala 2019'an de li Rojava hate destpêkirin. Şêniyên Kobanê, Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Rimêlan û Dêrikê bi rêya pirtûkfiroşên bufe pirtûk, kovar û rojnameyan bi hêsanî bi dest dixin.

Li gel pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî her wiha parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, pirtûkên helbest, çîrok û romanan li van pirtûkfiroşan hene. Her wiha kovar û rojname jî dikarin bêne peydakirin. Şermola, Mizgîn, Lêkolînên Stratejîk, Şarqul Ewsed, Kovara Sîwan, Serxwebûn, El Sûrî, Ronahî û rojnameya Rojava jî digihêjin ber destê xwendevanan. Buhayê wan jî ji 5 heta 30 hezar lîreyê Sûriyeyê ye. Li pirtûkfiroşan her wiha amûrên ji bo xwendin û nivîsandinê jî hene.

Ji bo pêşxistina çanda xwendinê

Hemrîn Fethî Osman (24) yek ji pirtûkfiroşên bufe yên li Qamişloyê ye. Hemrîn anî ziman ku şêniyên herêmê bi rêya wan pirtûkan bi hêsanî bi dest dixin û got:"Bi projeya pirtûkfiroşên bufe re ku ji bo zêdebûna çanda xwendinê hate destpêkirin, em yekser bi gel re têkiliyê datînin. Rojname, kovar û pirtûkên me yên bi ziman û cureyên cuda hene. Her wiha ji bo xwendekaran jî amûrên me yên ji bo xwendin û nivîsandinê jî hene." Hemrîn diyar kir ku zivistanê di navbera saet 09:00 û 16:00 de, demsalên din jî heta derengiyê ew xizmetê dikin. Her wiha ji eleqeya ji wan re tê nîşandan jî kêfxweş e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.