Serokê Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêr çû serdana Rojavayê Kurdistanê. Bafil Talebanî despêkê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî re civiya. Di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê General Matthew McFarlane jî amade bû. Her wiha Bafil Talebanî bi hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Asya Abdulla û Salih Muslim re jî civiya. Ofîsa Ragihandinê ya Serokê YNK’ê Bafil Talebanî derbarê civîna bi hevserokê PYD’ê re daxuyaniyek belav kir û hate gotin; “Di civînê de behsa girîngiya yekîtiya gelê Kurd hate kirin, hate diyarkirin ku heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, aramî nakeve Rojhilata Navîn.”

Ofîsa Ragihandinê ya Serokê YNK’ê Bafil Talebanî, derbarê civîna bi hevserokê PYD’ê re daxuyaniyek belav kir û hate gotin; “Di civînê de pirsa Kurd û guhertinên siyasî hatin guftugokirin. Behsa girîngiya yekîtiya Kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê û projeya nîştimanî ya YNK’ê ya rêxistinkirina nav mala Kurdan ya ji bo bidestxistina hemû armancên netewî û Kurdistanê hate kirin.

Di civînê de behsa dewama diyaloga nîştimanî û avaker ya ji bo çareserkirina pirsa Kurd ya li Rojava bi awayek aştiyane hate kirin. Herwiha bijardeya leşkerî û şer ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan hate redkirin. Daxwaza piştgiriya ji bo doza Kurd û dîtina rêya siyasî ya ji bo derbaskirina pirsgirêkan hate kirin.”

 

Armanca me yekîtiya nav mala Kurdan e

Li gorî daxuyaniyê di civînê de hevserokatiya PYD’ê jî ragihandiye; “Serdana Serokê YNK’ê ya ji bo Rojava, xwedî aliyek dîrokî û netewî ye. Ev yek ji bo yekîtiya gelê Kurd û hewldanên bi destxistina mafên me bangek vekirî ye. Ev jî heman siyaset û rêbaza Mam Celal tîne bîra me û em bi hemû awayî piştgiriyê didin.”

Li gorî daxuyaniyê serokê YNK’ê Bafil Talebanî di civînê de gotiye; “YNK piştgiriya hemû xebata sivîlî û aştî ya ji bo parastin û bidestxistina mafên gelê Kurd dike. Emê siyaseta xwe ya Kurdistana xwe bidomînin û armanca me yekîtiya nav mala Kurdan e. Ji bo vê pêwîste em hemû alîkar û hemaheng bin, ji bo pirsa Kurd kar bikin. Ji ber ku heya pirsa Kurd neyê çareserkirin, aştî û aramî li Rojhilatê Navîn pêknayê.”

NAVENDA NÛÇEYAN