Li Rojava dema serlêdanan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 21 Tebax 2024 - 00:52

Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema serlêdana tomarkirin û ezmûna qebûlkirinê ya sala 2024-2025’an diyar kir. Xwendekarên ku wê navên xwe li fakulteyan tomar bikin û yên ku wê bikevin ezmûnan wê ji 24 heta 31`ê Tebaxê karibin serlêdan bikin. 

Ji bo tomarkirin û serlêdanan navend hatine diyarkirin. Li gorî vê yekê, wê li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, Fakulteya Petrol û Petrokîmyayê ya li bajaroka Rimêlan, avahiya Zanîngeha Kobanê ya li bajarê Kobanê, avahiya Zanîngeha El-Şerq a li bajarê Reqayê û navenda Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya li bajaroka ElEhdas a girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê serlêdan werin qebûlkirin.

Li gorî sîstema zanîngeh û peymagehan di beşên wêjeyî (Muzîk, resim, werzîş, ziman, mamostetî, mamostetiya baxçeyên zarokan, zanistên siyasî, îdarî, wêje, dîrok, zanistên perwerdeyê, hiqûq, zanistên olî, ragihadin, erdnîgarî, jîneolojî, zanistên civakî) wê tenê serlêdanên tomarkirinê bên kirin.

Di van beşan de ezmûnên nivîskî nayên çêkirin, dê pîleya xwendekaran a dibistana amadeyî esas bê girtin.

Ji bilî pîleya xwendekaran, ji bo beşên Peymangeha Bilind a Ragihandinê, Fakulteya Perwerdehiyê, Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk wê ji 16 heta 21`ê Îlonê ezmûna devkî (hevdîtin) bê çêkirin.

Xwendekarên ku dibistana amadeyî di beşa xwe de wekî yekemîn bidawî kirine, her wiha xwendekarên yekemîn ên dibistanên pîşesaziyê bêyî ku bikevin ezmûnên nivîskî û devkî wê karibin rasterast derbasî beşên eleqedar ên zanîngehê ku dixwazin bixwînîn bibin.

ANHA/SÎMA BIROKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.