Li Rimêlanê hilberîna sebzeyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 15 Çile 2024 - 02:15

NÛJIYAN ADAR / ANF / RIMÊLAN

Modela aboriyê ya xwe dispêre civakê ku derfetê dide bikaranîna çavkaniyên civakê, tevlîbûn û xwedîderketina gelê xwecihî teşwîq dike û piştevaniya civakî xurt dike. Piştgiriyeke girîng li pêşketina sektora çandiniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û bi vî rengî dike ku herêm têra xwe bike. Proje bi zêdekirina aramiya aborî ya gelê xwecihî re bandoreke erênî li pêşketina herêmê dike. Yek ji mînakên wê serakariya sebzeyan a li 36 donimî ya li Rimêlanê ye. Endezyarê Zîreetê Mihemed Heysem El Metir çar sal in li sera sebzeyan a li Rimêlanê dixebite. Mihemed anî ziman ku sala 2015'an li ser zeviyên ji 9 donimî bingeha sera hate danîn û got:"Proje her sal berfireh bû, bi pêş ket. Sera zebzeyan a li ser 9 donim zevî destpê kir, niha gihîştiye 36 donimî. Em firingî, xisar, bacanê reş, îsot û fasûlye diçînin." Mihemed ragihand ku ew berhemên xwe dişînin bazara li Dêrik, Girkê Legê û Rimêlanê û got, di kooperatîfa serakariyê de 6 malbat hene. Mihemed bi dewamî got:"Malbatên di nava kooperatîfê de ne, pêwîstiyên serayê bi cih tînin, ji çandina tovan heta bi şînbûna berheman bi serayê re eleqedar dibin. Malbatên dixwazin dikarin tevlî kooperatîfê bibin, bi temambûna demsalê re dikarin ji kooperatîfê derkevin. Em bi malbatan re di nava piştevaniyê de dixebitin. Ya rast em ji aliyekî ve civakîbûnê xurt dikin. Bi armanca afirandina şert û mercên guncav ji bo şînkirina berheman, serakariya ku dikare bê kontrolkirin, aboriya têra xwe dike, tê pêşvebirin. Berê berhem dihatin kirrîn. Niha bi pêşvebirina serakariyê hewl tê dayin ku bersiv ji pêwîstiya herêmê re bê dayin. Li gorî berê pêşketin heye. Berhemên têne bidestxistin, bi giranî pêşkêşî bazara Dêrik, Girkê Legê û Rimêlanê tê kirin. Lê bi zêdebûna berheman re me di sala 2023'an de bazarên li Qamişlo, Hesekê û Dêrazorê jî xwedî kir."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.