Li rex kurê xwe yê şehîd hate veşartin

În 4 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Cenazeyê Abdulkadîr Kuday ê li girtîgehê şehîd bû, li Qoserê ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin. Di merasîma oxirkirina Kuday de soza domandina têkoşîna azadiyê hate dayin. 

Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî yek ji nexweşên girtî bû jî nedihat berdan, pêr şehîd bû. Cenazeyê Kuday ji Saziya Tipa Edlî ya (ATK) Stenbolê hate girtin û bi balafirê şandin Mêrdînê. Cenaze, li Balafirgeha Mêrdînê ji hêla bi sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û bi dirûşma “Şehîd namirin” birin mala Kuday a li gundê Pîrîketa yê navçeya Qoserê. Li vir bi zemar, dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin. Piştre jî ji bo definkirinê bi wesayîta cenazeyê birin gundê Tell Şîrez ê Qoserê. Piştî wecîbeyên olî, darbesta Kuday ji hêla bi hezaran kesan ve hate hilgirtin û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” birin goristanê. Ji ber wesiyeta Kuday, cenazeyê wî li rex gora kurê wî Seyîd Riza Kuday (Dijwar Baran) ê di sala 2015’an di şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Kobanê de şehîd bû û biraziyê wî Alîşer Kuday (Şiyar Mazlum) hate definkirin. Di merasîma definkirina Kuday de li ser navê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) Gurbet Tekîn axivî û got:“Em van polîtîkayên ku zarok û rêhevalên me dikujin lanet û şermezar dikin. Em naxwazin êdî ji girtîgehan darbest derkevin. Di şexsê şehîd Abdulkadîr Kuday de em tevahiya şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr tînin û li hemberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.” Piştre jî di şexsê Kuday de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayin deqeyek rêz hate girtin. 

Bi dijminahiyê hate qetilkirin 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: “Qetilkirina Abdulkadîr Kuday, encama zilma sed salin li ser gelê kurd tê meşandin e.” Tanhan, qala binpêkirinên li girtîgehê li dijî Kuday hatine kirin vegot û got:“Birin girtîgehên li metrepolên Tirkiyeyê û ji malbata wî dûr xistin. Tevî ku li girtîgehê nexweş ket jî nehat tedawîkirin, di dema xwe de nebirin nexweşxaneyê. Birin nexweşxaneyê lê îcar jî teşhîsa xelet kirin. Ev teşhîs bi xeletî nehate kirin. Ev dijminatiya li dijî kurdan bû. Ji ber ku ew kurd bû. Xwestin hevalê me bi fermî qetil bikin lewma jî zilma xwe domandin. Ev jî bes nekir ku piştî ketî bin 40 kîloyan birin nexweşxaneyê û êşkence lê kirin.” 

Em ê xwedî li mîrasa wî derkevin 

Di berdewamê de Tanhan peyama Kuday a dema li nexweşxaneyê şandî bi bîr xist û got “Got ku eşkence lê tê kirin û avê nadin wî. Ev dijminatî ne qedera gelê Kurd e. Em ê van tiştên hatine kirin tu caran ji bîr nekin. Em li ser gora heval Abdulkadîr soz didin; em ê alaya wî hêj bilindtir bikin. Em ê her tim bi gelê xwe yê mazlum re bin, dapîr û bapîrên me çi kiribin em jî li pey rêça wan bin. Heta ku em digihijin armanca xwe jî dê rêya xwe bernedin. Bila cihê te  bihûşt be. Rêheval, xwişk, bira û hemû malbata îro li cem te ye. Em soz didin ku em ê xwedî li mîrateya te derkevin.” 

Encama tecrîdê ye 

Kekê Kuday, Salih Kuday jî got:“Hem birayê min hem jî rêhevalê min bû. Em soz didin ku dê li ser rêça wî bin û xwedî li berxwedan û sekna wî derkevin. Tu caran bêrûmetî qebûl nekir. Di nava nivînên mirinê de bû lê dîsa jî got; ‘Zilm, dijminatî û tecrîda we çiqas zêde be, berxwedana me jî wê ewqas mezin be.’ Ev gotinên wî wê rêya me nîşan bidin. Em ê xwedî li gotinên wî derkevin û bibin şopdarên wan. Bû 43 meh ku malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinê bikin. Yek ji encamên tecrîdê yên îro jî mirina birayê min, rêhevalê min e. Di wê baweriyê de me ku heke tecrîd nebûya belkî îro em ne li vir bûna. Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li ser civakê jî heye. Ez spasiya her kesî dikim. Dixwazim hûn heqê xwe helal bikin û ew jî heqê xwe li me helal bike. Ji ber ku me nekarî bibin bersiva daxwazên wan. Ez li vir rexnedayina xwe didim. Ne tenê ji bo wî, me nekarî ji bo hevalên wî, ji bo Serokatiyê jî bibin bersiv.” Piştî axaftina Kuday, girseyê bi yek dengî dirûşmên “Şehîd namirin” û “ Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û derbasî cihê şînê ya li gundê Pîrîketayê bûn. 

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.