Cangorî ber bi Rojava hatin birêkirin

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 03:00

Cenazeyên Endamê PYD’ê Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) û Endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) ku roja 27’ê Çile di encama êrişek dewleta Tirk de li bajaroka Çarqurne şehîd bibûn, bi merasîmek girseyî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatin şandin. Siyasetmedar Tara Hisên derbarê şehîd Salîhe de axivî û got:“Ji bo me Heval Salîhe, Sakîne Cansiza duyeme li Başûrê Kurdistanê. Ew qas ked da ku emê hertim rêya wî bidomînin. Em ê her dem li ser şopa wê rêwiyên dilsoz bin. Wê dilsoziya me tenê bi xwedîderketina li rêya şehîdan pêk were. Dijmin ji peyamên azadîxwazan ditirsin. Li çiyayan nikarin serbikevin, li kolanan bi tirsonekî azadîxwazan dikin hedef. Bê guman wê Têkoşîna Azadiyê bi serkeve.”

Her wiha li ser navê malbatên her du şehîdan Luqman Erebo ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan hatiye wiha got:“Şehîdan kedeke mezin ji bo tevahiya Kurdistanê û welatê xwe kirin û ji bo wê yekê canê xwe feda kirin. Serê hemû gelê Kurd sax be. Şehîd ronahiya rêya me ya azadiyê ne.”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.