‘Dayê em li vir in’

În 25 Tîrmeh 2025 - 03:50

Yek ji sembolên Dayîkên Şemiyê Dayîka Emîn Ocak, li qada Galatasarayê bi merasîmekê hate oxirkirin.

Tevî biryarên Dadgeha DestûraBingehîn jî, qada Galatasarayê di bin dorpêça polêsan de bû. Lê ji bo merasîma cenazeyê dorpêç hate rakirin. Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn, Endama şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, berdevka DEMPartî Ayşegûl Dogan, parlementerên DEM Partiyê yên Stenbolê, rêveberên bajêr û navçeyan, Parlementerê Amedê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Malbatên Şemiyê, rêxistinên civaka sivîl, parêzerên mafên mirovan, Dayîkên Aştiyê, partiyên siyasî û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Cenazeyê Dayîka Emîne, anîn qada Galatasarayê û li ser maseya ku cenaze lê hate danîn, wêneyê Dayîka Emîne û pankarta ‘Min dest jê berneda û em ê dest jê bernedin’ hate danîn. Di merasîmê de çîroka jiyana Dayîka Emîne Ocak hate xwendin û axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmeya ‘Dayê em li vir in’ bidawî bû. Cenazeyê Dayîka Emîne birin Mala Cemê ya li taxa Gaziyê. Piştî wê li goristana Gaziyê li kêleka kurê wê Hasan Ocak hate veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.