Li Reqayê demsala fêkiyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:46

MIHEMED XELÎL / ANHA / REQA

Başûrê kantona Reqayê bi fêkî û sebzeyan navdar e. Ji ber ku li herêmê av peyda dibe, avhewa û ax baş e, cotkaran dar li rûbarên berfireh çandine. Beriya 15 salan darên berhemdar li Reqayê hatine çandin. Li gorî cotkaran ev cure çandinî ji bo herêmê ya herî baş e. Cotkaran bi destpêka Gulanê re dest bi hin fêkiyan kiribû, mîna xox, sêv û tû û dadixin sûkên xwecih û Sûka Hal a bajarê Reqayê ku bi rêya wê, hinardeyî kantonên din tê kirin. Baxek li bajarokê El Kesra yê cotkarê bi navê Hisên El Îbrahîm heye û têkildarî mijarê got:"Hinartina berhema daran, delîl e ku me rêgeza xwetêrkirinê li herêma xwe ji fêkiyan peyda kiriye. Me nehişt fêkiyên biha ji derve bên herêmê. Me dest bi çinîna hebên mezin ên xoxan kir û ên biçûk hişt heta dikemilin." Her wiha El Îbrahîm diyar kir ku gelek cureyên fêkiyan hene ku wê di çend rojên bê de piştî kemilîn, berhev bikin, wekî mişmiş, gûz, behîv, tirî, hinar û hirmî.

El Îbrahîm got:"Ji ber ku herêmên me yên çandiniyê ne, derfetên kar baş in. Mînak; di mewsima çinîna fêkiyan de pêwîstî bi karkeran heye. Karê di nava zeviyan de domdar e, yanî her demsal kar heye." El Îbrahîm da zanîn ku dahata çandiniyê baş e û her cotkar pê debara xwe dikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.