ENES MIHEMED / ANHA / REQA
Çandina sebzeyan di 2 salên dawî de bi rêjeyeke mezin li gundewarê kantona Reqayê bi pêş ketiye. Cotkar destpêka Gulanê dest bi çandina sebzeyên havînê dikin û piştî 3 mehan êdî sebze digihên û cotkar hilberînên xwe dadixin sûkan. Lê belê çandina şitilan di hingaran de navîna Sibatê destpê dike.
Her wiha cotkarên herêmê ji bo çandina şitlan axê amade dikin.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê ji bo piştgiriya vê sektorê ji sedî 5 ji alîkariya berhemdayîna çandiniyê, veqetand.