Li Reqa, Tebqa û Minbicê ‘Mihrîcana Zarokan’

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Tebax 2024 - 00:47

Nivîsgeha Zarokan a Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Reqayê amadekariyên lidarxistina Mihrîcana Zarokan a 5’an bi dirûşma "Zarok îro ronahiya sibê ne" dike.

Mihrîcana yekemîn sala 2019`an li Reqa û Tebqayê bû û çaverê ye ku ya îsal 1`ê Îlonê be û 3 roj li kantona Reqayê, rojekê li kantona Tebqayê û rojekê jî li kantona Minbicê be.

Her wiha dê 150 zarok ji kantona Reqayê tev li mihrîcanê bibin. Li gorî komîteya amadekar di mihrîcanê de zarok dê berhemên xwe yên şano, şêwekarî, xêzkariyê pêşkêş bikin. Her wiha dê pêşangeha pirtûkên zarokan bê vekirin, bi hevkariya Desteya Hawîrdorê dê dar bên çandin û serdana şûnwaran bê kirin.

Endamê rêveberiya nîvsgehê yê kantona Reqayê Husman Mihemed diyar kir ku amadekarî li gorî bernameyê berdewam in.

Her wiha dikek li stada beledî ya Reqayê tê amadekirin û dê vexwendname li şênî, saziyên kantona Reqayê bêne belavkirin ji bo ku beşdarî mihrîcanê bibin.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.