EHMED EL ESAF / ANHA / REQA
Li başûrê Reqayê darên berhemdar gelekî tên çandin û ji bo peydakirina rêgeza xwetêrkirinê bi roleke girîng radibin.
Çandina darên berhemdar li kantona Reqayê gelekî berbelav e. Bi peydabûna hewaya guncaw û axa baş re çandina wan geş bû. Bi taybet darên behîv, tirî û hinar, ji 15 salan ve li Reqayê, bi taybet li herêma El Kesrat, tên çandin. Cotkaran bang kir ku piştgiriya wan bê kirin û çavdêriya dermanxaneyên çandiniyê bê kirin, dermanên pêwîst û guncaw ji daran re bên peydakirin.
Heta niha serjimariyeke zelal a darên berhemdar û yên zeytûnan li herêmê tune ye. Nivîsgeha Şêwiriyê ya Desteya Çandiniyê û Avdanê ya kantona Reqayê ragihand ku plansaziyek ji bo çandina darên berhemdar danîne û desteyê û Nivîsgeha Plankirinê û Serjimariyê hewl dide van daran bihejmêre. Li kantona Reqayê 93 hezar hektar bi rêya projeyan têne avdan, 190 hezar donim jî bi rêya çeman tên avdan û 140 hezar donim jî bi rêya bîran tên avdan.