Li Reqa bibîranîna şehîdan

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:47

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê şehîd Egîd, şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn.

Ji bo bîranîna fermandar şehîd Egîd, şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de malbatên şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rûspiyên eşîran beşdar bûn. Di serî de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Etab El Dêf hemû şehîdên azadiyê û şehîdên pêngava rizgarkirina Reqayê ya 2017'an bi bîr anîn.

Etab El Dêf destnîşan kir ku fedakariya 13 hezar şehîdan planên mêtingeriyê di serî de planên dewleta Tirk a dagirker têk birin û got:"Em sersaxiyê ji tevahî malbat, dayikên şehîdan re dixwazin û ji wan re dibêjin em li ser rêça şehîdan in."

Bi navê şêniyên kantonê hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Meşleb El Turkan fedakariya şehîdan, şehîdên Pêngava 15'ê Tebaxê û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina rêya şehîdan nû kir. Di dawiya merasîmê de malbatên şehîdan û beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.